Rûsya: Balafira me asmanê Tirkiyê derbas nekiriye
Wezareta berevanî ya Rûsyayê ragihandiye ku ew balafir şer a ku li ser sînorê Sûriyê hatiye xistinê a wan e.
Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê wê yekê red dike ku balafira şer a rûsî asmanê Tirkiyê derbas kiribe û radighîne ku ew balafira şer a Rûsî ji cura So-24`e û li ser sînorê Sûriyê hatiye xistinê.
Berevaniya rûsya diyar jî kir ku her du pîlotên balafirê a hatiye xistina xwarê karîne xwe bavêjin û ew niha li çarevinîsa wan digerin.
Li gorî çapemaniya Tirkiyê li zarê jêderên serbazî ên artêşa Tirkiyê ragihandine ku balafira Rûsî ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê cura F16 hatiye xistinê.
Xendan
