Bi fermî eşkere bû: Tirkiyê li balafira Rûsyayê daye!
Îro danê sibê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, balafirek şer ket. Li gorî ku tê gotin, her du pîlotên balafirê karîne xwe rizgar bikin lê yek ji wan ketiye destê çekdarên tirkmen ên Sûriyê.
Li gorî medyaya Tirkiyê, rayedarên leşkerî û siyasî yên Tirk dibêjin, ji ber ku wê balafira şer sînorê Tirkiyê binpê kiribû, ji aliyê balafirên Tirk ve hatiye xistin.
Tê gotin ku ew balafir şer, ya Rûsyayê lê Sefîrreta Rûsyayê ya Tirkiyê dibêje, derheqê wê balafirê de ti agahiyeke me tine.
Li gorî medyaya Tirkiyê, piştî bûyera ketina balafirê, Serokwezîr Ahmet Davûtoglu ji Fermandeyê Giştî yê Artêşê Hulûsî Akar agahî wergirtiye. Akar her wiha agahî daye Serokomarê Tirkiyê jî.
Hat gotin ku Erdogan dê derheqê wê bûyerê de bi Davûtoglu re hevdîtin bike.
Ketina wê balafira şer di demekî de ye ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dê sibê serdana Tirkiyê bike.
Rudaw
