Jineke kurd serkêşiya Partiya Çep a almanî dike
Herdu siyasetmedar şemiya borî bi yekdengî ji aliyê komcivina partiyê li bajarê Stuttgartê hatin hilbijartin.
Hilbijartinên herêmî yên eyaleta “Baden-Württemberg“ dê 13ê Adara 2016ê bên lidarxistin.
Di hilbijartinên 2011ê de Partiya Çep bi ji sedî 2,8ê dengan derbasî parlementoya herêmî nebûbû. Li gor rapirsan, dengên Partiya Çep niha li derdorê ji sedî 4 e. Da ku partiyek derbasî parlementoyê bibe, li Almanyayê benda ji sedî 5 heye.
Gokay Akbuluta 33 salî ji malbateke kurd-elewî ye û li bajarê Hamburgê mezin bûye. Malbata Gokay sala 1980yê, dema ku ew 9 salî bû, ji Tirkiyê koçberî Almanyayê bû. Ji 2007ê ve Gokay tevlî Partiya Çêp bûye û ji 2014ê ve ji bo partiya xwe di meclîsa bajarê Mannheim de ye.
Gokay li bajarê Heidelberg yê Almanyayê beşên zanistên siyasî, civakanasî (sosyolojî) û hiqûqa giştî xwendiye.
Rudaw
