Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka hat Hewlêrê
Antony Blinken îro danê sibehê piştî serdana xwe ya Enqere û Bexdayê bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî gihîşt Hewlêrê.
Blinken dê li Hewlêrê ligel Serokê HerêmaKurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih berpirsên din ên hikûmetê hevdîtinan pêk bîne.
Di rojeva hevdîtinan de rewşa şer û tekoşîna li dijî terorê, rewşa ewlekarî û siyasî yê Herêmê û Iraqê û herwiha alîkarî û hemahengiya di navbera aliyan de, heye.
Rudaw
