Li ser sînor carek din welatî dibin qurbaniya guleyên leşkerên Tirk
Leşkerên Tirk li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, li Efrînê bi guleyan êrîşî 2 welatiyên sivîl ên Kurd kirin û ew birîndar kirin.
Çavkaniyeke pizîşkî ji Efrînê ji BasNews re ragehand: “Leşkerên Tirk bi guleyên nîşangirên xwe herdu xortên Kurd Henan Nasro temen 19 sal, û Ehmed Xelîl temen 35 sal, gulebaran kirin û ew birîndar kirin.”
Herwiha wê çavkaniyê ragehand: “Birînên herdu welatiyên Kurd ne kujerin, lê demek dirêj bo wan gereke heta werin çareser kirin.” Herwiha got: “Herdu welatiyên Kurd xwe li sînor nexstibûn, bi tenê di nav zeviyên xwe debûn li gundê Dêr Sewan ku nêzîkî sînore.”
Welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jiber rewşa xirab ya welatên xwe, bi hejmarên mezin xwe li sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê dixin, lê belê gelek caran dibin qurbaniya guleyên leşkerên Artêşa Tirkiyê li ser sînor.
Basnews
