Nêçîrvan Barzanî: Civîna îro destpêkek nû ye di navbera PDKê û YNKê de
Şandek bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ligel hev civiyan, di kongireyekî rojnamevanî de tekezî li ser pêwîstiya çareser kirina hemû pirsgirêkan kirin.
Îro 22 Mijdarê şand bilin ji her yek ji PDKê û YNKê civiyan û piştre kongireyekî rojnamevanî lidarxistin, di kongireyê de Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragehand: “Civîna îro bi giştî gelekî başbû, em herdu alî kokbûn li ser wê yekê ku karê wan wê jibo rêkxistina nav mala Kurdî be, bitaybet jiber rewşa niha ya Kurdistan,Iraq û navçeyê.”
Herwiha got: “Biraderên YNKê hin pêşniyarên xwe gihandin me, em jî dê wan pêşniyaran giftûgo bikin û civîn jî wê berdewam bin. Civîna îro destpêkeke nû ye dinavbera PDKê û YNKê de, em ketin çarçoveyek siyasî nû de.” Derbarê mercên jibo civînê ligel Goran Barzanî got: “Jibo çareser kirina girft û pirsgirêkan nabe em behsa mercan bikin, divê em bighên rêkeftinê û em ji hev fam bikin.”
Barzanî li ser dûrxistina wezîreyên Goran ji kar ragehan ku, ew karekî neçarî bû, jibo ragirtina wê ajaweyê, îro me ligel YNKê behsa wan pêşniyaran kir ku diyar kirine, jiber berpirsiyaretiya PKDê û YNKê cudaye ji aliyên din, herwiha amaje bi wê yekê kir, pêşniyarên YNKê di çarçoveya çareseriyê debûn wek hevbeşê me yê serekî, ev hevbeşiya me ne bi hesanî hatiye durust kirin. Ew encamê civînên berdewam ê çend salan bû, wê civîn ligel YNKê berdewambin. Derbarê hevbeşiya YNKê di hikûmetê de jî Barzanî got: “Cîgirê Serokwezîr ji YNKê ye û em dê ligel wî hemû doseyan gotûbêj bikin.”
Herwiha Barzanî ragehand ku, di civîna îro de behsa pirsgirêka petrol, madeya 140 û pirsgirêkên ligel Bexda hate kirin. Derbarê Heşda Şeibî jî eşkere kir ku, Heşda Şeibî rolaek baş dilîze di şerê li dijî DAIŞê de, li her cihekî pêwîstî pê hebe em dê ligel wan hemahingiyê bikin, lêbelê cihê ku Pêşmerge lê ne pêwêstî bi Heşda Şeibî tineye.
Ji aliyê xwe ve Kargêrî Pîlotbîroya YNKê Mela Bextyar di wê kongireyê de ragehand: “Em û PDKê erkekî giran li ser milê me ye, me behsa hurgilyan kir, nerînên me yên hevbeş hene, divê em ligel aliyên din jî gotûbêjan bikin, civîna îro pozîtîv bû, em dê encamên wê bo aliyên din jî rabighînin û em dê civînên din jî bikin.”
Herwiha Mele Bextyar amaje bi wê yekê jî kir ku, biryare ew şanda ku biçe Bexda bihurgilî behsa hemû pirsgirêkan bike, bitaybet parastina jiyana welatiyên kurd li Bexda ku ev yek berpirsiyareta Hikûmeta Iraqê ye.
Basnews
