Welatiyên parêzgeha Dihukê spasiya Serok Barzanî kirin
Welatiyên parêzgeha Dihukê daketin ser rêya Serok Barzanî û spasiya vî kirin.
Îro dema Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî xwest ji Şingalê vegera paytex, di rê de şîniyên parêzgeha Dihukê surpirîzeke mezin bo Serokê Kurdistanê amade kirin.
Her ji devera Xankê û heta Dihukê şînî daketin kolanan û bi bilind kirina ala Kurdistanê û wêneyên Serok Barzanî rêzdariya xwe ya li hember ked û xebata Serok Barzanî û pêşmerge diyar kirin û destxweşiyên xwe jî jiber azad kirina Şingalê pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Piştî Xankê û Dihukê, şîniyên devera Şêxan û Baedrê jî daketin ser rê û bi gotina bijî Barzanî, bijî Pêşmerge, û bilind kirina ala Kurdistanê rêzdariya xwe ya li hember Serok Barzanî û pêşmerge diyar kirin.
Her li Baedrê û Şêxanê jî olmendên Ezidiyan û kesayetiyên wan yên mezin daketin ser rê û spasiya Serok Barzanî kirin.
