• Thursday, 19 February 2026
logo

Şîe dixwazin budceya Kurdistanê bi yekcarî nemîne

Gulan Media November 22, 2015 Nûçe
Şîe dixwazin budceya Kurdistanê bi yekcarî nemîne
Fraksiyona Dewleta Qanûnê ya şîeyan dixwaze para Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê nemîne û parlemantarekî wê fraksiyonê dibêje, rêkeftinek di nava Parlemantoya Iraqê de heye ku para % 17 ya Herêma kurdistanê nemîne.

Parlamanterê Dewleta Qanûnê di daxuyaniyekê de ragihand: “Rêkeftinek di nava Parlemantoya Iraqê de heye ku para Herêma kurdistanê ji budceya sala 2016 nemîne.”

Wî parlamanterê ku Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî serokatiya wê dike, tekez kir parlamento kar li ser wê dike ku xala para Kurdistanê di qanûna nû ya budceya Iraqê de nemîne.

Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlemantoya Iraqê Ehmedê Hecî Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Ew gotin nerast e û tenê propaganda ye. Ti carî nûnerên kurd biryareke wiha qebûl nakin.”

Rudaw
Top