Serokatiya Iraqê li ser sivikatiya bi ala Kurdistanê hete deng
Serokatiya Komara Iraqê, sivikayetiya bi alaya Kurdistanê bi karekî xirab beramberî simbolên welat wesif kir, herwiha hişyarî derbarê saz kirina çanda fitineyê di navbera gelên Iraqê de da.
Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê Xalid Şiwanî di daxuyaniyekê de, îro 21 Mijdarê amaje bi wê yekê kir, hinek kesên ajaweçî û tûndirew alaya Kurdistan û alaya Iraqê şewitandin, ev kar beramberî symbol û buhayên welat, nagunce ligel destûr, daxwazên lêvegerên olî û ligel rewşa welat ku niha hemû aliyên welat parêz şerê têrorê dikin, karên bi vî rengî roleke xirab li ser pêşxistina aştî û pêkvejiyanê di navbera Iraqiyan de dikin, divê hemû alî ji kar û kiryarên bi vî rengî dûrbikevin.
Berdevkê Serokatiya Iraqê hoşdarî da û ragehand: “Em hoşyariyê didin ji hewldanên çandina fitneyê di navbera gelên Iraqê de, di dema ku Pêşmerge, Heşda Şeibî, Çekdarên Hozeyan ligel artêş û hêzên ewlekariya Iraqê şerê DAIŞê dikin, divê hemû alî dûrî çandina fitneyê di navbera gelên yek welatî de bikevin.”
Basnews
