• Thursday, 19 February 2026
logo

DAIŞê gef li Tirkiyê û Erdogan xwar

Gulan Media November 22, 2015 Nûçe
DAIŞê gef li Tirkiyê û Erdogan xwar
Rêxistina DAIŞê bi vîdeoyekê nû gef li Tirkiyê xwar û sivikatî bi Ataturk, Erdogan û Ocalan kir.

Rêxistina tundrew a DAIŞê bi vîdeoyek nû gef li Tirkiyê xwar. Di vîdeoyê de sivikatî bi Ataturk, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Ataturk, Ak Partî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kir.

Vîdeo bi zimanê Tirkî û bi navê ‘’Tirkiye û rêgezperestî’’ hetiye belavkirin. Di destpêka vîdeoyê de gotin û dîmenên Ataturk belav dike û gotinên giran derbarê laîktî û guhertinên wî de dike û wî weke nijadperest û taxûd dinasîne.

Her di vê videoyê de wêneyên Erdogan li gel serokên welatên din de cîh digre û heman awayî gotinên giran derbarê Erdogan û Ak Partî de têne gotin û Erdogan weke ''murted'' tê nasandin.

Di beşekê din ê videoyê de bi zimanê Kurdî derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî tê gotin ku ew zilamê Îsraîlê ye û ji bo Kurdan metirsî ye.

Basnews
Top