Balafireke Tirkiyê ji ber gevan bi neçarî daket
Hat ragihandin ku, gef li balafireke Tirkiyê hatiye xwarin ku bombeyek tê de heye, lewma neçar ma ku li balafirgeheke welatî Kanadayê dakeve.
Ew balafira Tirkiyê 256 kes ligel desteya balafirê tê de bûn û neçar man ku li Balafirgeha Halîfakis a Kanadayê dakeve û dest bi pişkinîna balafirê bikin.
Tevî ku heta niha eşkere nebûye ku çawa gef hatiye xwarin, lê tê pêşbînîkirin ku bi rêya malperên civakî hebûna bombeyê di balafirê de hatibe belavkirin.
Piştî êrişên Parîs û ketina balafira Rûsya li Misirê, tedbîrên ewlehiyê li nava balafirgehan tundtir bûn.
Rudaw
