Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza pirçek kirina Pêşmerge ji NATO dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatên Hevpeymaniya NATO kir ku, pêwîste ew alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin, herwiha alîkariya Herêma Kurdistanê di warên siyasî û abûrî de jî bikin.
Di daxuyaniyekê de Rêveberiya Pêwendiyê Derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: “Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û li ser vexwendinek fermî ji Komîta Hevpeymaniya NATO wek nûnerê Herêma Kurdistanê beşdarî civîna 61emî ya vê komîtê bû.”
Di daxuyaniyê de hatiye: “Felah Mistefa di civînê de tekezî li ser pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi alîkariya navnetewî di hemû waran de kiriye, çi siyasîbe an jî abûrî û mirovî be, herwiha daxwaz kiriye ku welatên NATO pêwendiyên xwe ligel Pêşmerge bihêztir bikin, ji aliyekî din ve Felah Mistefa behsa rewaşa siyasî, ewlekarî û mirovahî li Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz kiriye ku gereke Pêşmerge bene pirçek kirin jiblî alîakriya birîndarên Pêşmerge bo çareseriyek guncaw.”
Herwiha di daxuyanê de hatiye: “Felah Mistefa tekez kiriye ku welatên cîhana azad beramberî dijminekî bê sînor şer dikin, di vî şerî de Pêşmerge di bereyên pêşî de ne, Hêzên PêşmergeyênKurdistanê karîbûn efsaniya DAIŞê têkbişkînin.”
Felah Mistefa tekez kiriye ser wê yekê ku, di dema Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftinên mezin di şerê li dijî DAIŞê de tomrdike, Bexda mûçeyên Pêşmerge û budceya Kurdistanê dibre.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kiriye ku Berpirsê Pêwendiyên Derve û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Yekîtiya Ewropa de komek civîn li gel berpirsên Hevpeymaniya NATO lidarxistine.
Basnews
