Pêşmerge ji Şingalê derdikeve
Şandeke ji Endamên Meclîsa Parêzgeha Mûsli pêk tê, serdana navçeya Şingalê kir.
Cîgirê Parêzgarê Mûsilê Ebdulqadir Şingalî diyar kir, wan serdana tevahiya aliyan kirin.
Şandê ji bo avakirina navçeyê ji Hêzên Pêşmerge û komên din ên çekdarî yên li Şingalê xwest ku navenda navçeyê vala bikin û rêveberiyê ji dezgehên îdarî yên fermî re bihêle.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalî Omid Simî Boselî anî ziman ew ne ji bo dagirkirina Şingalê hatine, erka wan parastina gelê û heger ji wan were daxwazkirin ew dê rêveberiyê radestî dezgehên îdarî bikin.
Rayedarên Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêjin hêj zû ye ew ji Şingalê derbiekvin.
Şingal 13yê Mijdara îsal di bin serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî, bi êrîşa 7 hezar 500 hezar pêşmerge ji destê DAIŞê hat rizgar kirin.
Rudaw
