• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Piştî 7 hezîranê 51 zarok li Tirkiyê hatine kuştin’

Gulan Media November 21, 2015 Nûçe
‘Piştî 7 hezîranê 51 zarok li Tirkiyê hatine kuştin’


Komeleya Mafê Mirovan ÎHD di raporeke xwe de belav kiriye ku dewleta Tirk di 11 mehan 51 zarok qetil kirine û 6 hezar zarok jî di girtîgehên Tirkiyê de ne.

Li gorî rapora ku ÎHD'ê amade kiriye di 1'ê Çileya 2015'an heta 20'ê Mijdara 2015'an de 3 hezar 861 binpêkirinên mafên zarokan qewimiye û 51 zarokan jî piştî 7'ê Hezîranê di rewşa şîdeta ku ji aliyê AKP'ê ve hate afirandin de jiyana xwe ji dest dane.

Her weha li gorî rapora (ÎHD) bi şîdeta dewletê di 11 mehan de 3 hezar û 861 mafê binpêkirina zarokan derket holê û rasterast bi şîdeta dewletê 51 zarok û bi tevahî 617 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporê li girtîgehên Tirkiyeyê 6 hezar û 123 zarok hene. Ji wan ji sedî 97,3 zarokên kur in ji sedî 2,7 jî zarokên keç in. Li girtîgehan 600 zarok bi dayikên xwe re dimînin û 172 zarok jî rastî îşkenceyê hatin.

Xendan
Top