• Thursday, 19 February 2026
logo

Iraqê derbarê sivikatîkirin bi Ala Kurdistanê de daxuyanî da

Gulan Media November 20, 2015 Nûçe
Iraqê derbarê sivikatîkirin bi Ala Kurdistanê de daxuyanî da
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed li hember sivikatîkirin bi Ala Kurdistanê li bajarê Kerbela, bajarê pîroz ê şîeyan, hişyarî da û ragihand: “Xizmeta berjewendiya dijminan dike.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed derbarê sivikatîkirina bi Ala Kurdistanê li bajarê Kerbela yê Iraqê de daxuyaniyek belav kir û tê de bi tundî sivikatîkirin bi Al, sembol û pîroziyên xelkê Kurdistanê şermezar kir.

Aram Şêx Mihemed got: “Di bin siya vê alê de bi hezaran xortên welatê me cane xwe feda kirine û dikin, daku xelk bê cudahiya ol, mezheb û netewê bi aştîm serbilindî û biratiyê bi hev re bijîn.”

Şêx Mihemed herwiha bi tundî wî karî rexne dike û daxwaza zelalkirinê ji parêzgarê Kerbelayê dike, ka çawan bûyerek wisa li bajarê herî pîroz ê şîeyan û li ber çavan qewimiye.

Şêx Mihemed herwiha daxwaz ji parêzgarê Kerbelayê dike ku hemû wan kesan bibe pêşberî dadgehê ku hewl didin alozî, dualîtî û fitneyê di navbera pêkhetayên cud ayên Iraqê de derbixin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê herwiha da xuyakirin: “Her kes û kom û aliyek ew kar kiribe, li dijî aştiya civakî ye û hewla çêkirina alozî û pevçûnan dide di navbera pêkhateyên cuda yên Iraqê de. Herwiha ew kar tenê xizmeta berjewendiyên dijminan dike.”

Derbarê bûyera sivikatîkirin bi Ala Kurdistanê li bajarê Kerbelayê de, Endamê Encumena Parêzgeha Kerbelayê Macid Seîd Malikî ji Rûdawê re got: “Em li dijî reftarê ne û em wî akrî red dikin.”

Macid Seîd Malikî herwiha ragihand: “Eger me arîşe û nakokî jî ligel desthilatdarên kurd hebin, lê me kîne li gelê Kurdistanê nîne û em amade nînin ku sivikatiyê bi gelê Kurdistanê bikin.”

Vîdeoyek di medyaya civakî de belav bûye ku têde xuya dibe, Ala Kurdistanê li ser cadeyê hatiye raxistin û xelk û otomobîl bi ser re derbas dibin.

Kesê ku li pişt kamerayê diaxive, dibêje, ewder bajarê Kerbelayê ye û ew jî ala Kurdistanê ye ku tê raxistin, wek sivikatîkirinek bi gelê kurd.

Rudaw
Top