• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Şingal beşeke veneqetandî ya Kurdistanê ye

Gulan Media November 20, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Şingal beşeke veneqetandî ya Kurdistanê ye


Mesrûr Barzanî dibêje Şingal beşeke ji Kurdistanê
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekî de bo Rojnameya Financal Times eşkere kr ku piştî ew hemû qurbanîdan û rijandina xwînê bo azad kirina Şingalê vê emê dev ji Şingalê ber nedin.

Mesrûr Barzanî got: Rejîma dîktator ya berê a Îraqê li gor dilê xwe li hember hin deveran tevgeriyaye û ew dever xistiye ser hin parêzgehên Îraqê û ew ne bi vê wateyê ye ku ev deverên han ser bi parêzgehekî diyarin bêgoman Şingal beşeke veneqetandiye ji Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Kurd naxwaze bi awayekî raste rast rûbirûyê Bexdayê bibe û Kurdên Ezidî jî di hilbijartinên berê de bi eşkere diyar kirin ku beşekin ji Kurdistanê û dixwazin her wisa berdewam bin.

Derbarê operasiyona azad kirina Şingalê de jî Mesrûr Barzanî got: Pêşmerge nehêla ku PKK û PYD beşek bin ji plana azad kirina Şingalê lê ev li ser vê yekê ku bi awayekî xweserane û tek alî tev bigerin biîsrar bûn lê ew ne beşek bûn ji plana azad kirina Şingalê lê dixwestin destwerdaniya palan han bikin û pişt re jî nîmayişeke taktîkî bikin daku bibêjin em jî liwir bûne.

Derbarê azad kirina Mûsilê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku niha ji aliyê Bakûrê, Bakûrê Rojava û Rojhilat ve Mûsil ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye dorpêçkirin lêbelê mimkune aloziyên han asteng bin li berdem hevkarî kirin û hemahengî kirin di êrîş kirine ser terorîstên DIŞIê di nava Mûsilê de.

Top