• Thursday, 19 February 2026
logo

Karayilan û YPG: Emê di bin fermana BAŞÛR de şer bikin

Gulan Media November 20, 2015 Nûçe
Karayilan û YPG: Emê di bin fermana BAŞÛR de şer bikin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ragihand, eger milîsên şîe yên Heşda Şeibî êrişî Başûrê Kurdistanê bikin, em amade ne bi tevahiya hêza xwe bikevin xizmeta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê.

Li gor nûçeya malpera Waarmedia, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de ragihand, derbarê êrişên milîsên şîe bo ser Başûrê Kurdistanê de wî bi Fermandarê Hêzên Parastina Gel(HPG) re hevdîtin kiriye.

Li gor nûçeyê, di gotûbêjê de behsa egera êrişa milîsên şîe bo ser Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û biryar hatiye dan, di rewşek wisa de şervanên YPG, YPJ û hêzên girêdayî Asayişa Rojava bi hemû hêza xwe ve bikevin kontrola Hewlêrê, daku Başûrê Kurdistanê biparêzin.

Herwiha li gor nûçeyê, eger milîsên Heşda Şebî her hewldanek biçûk, an destwerdanek an jî êrişekê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bîne, dê wek “sedema şer” were nirxandin.

Rudaw
Top