• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamenterên HDPê dest bi bi greva birçûbînê kirin

Gulan Media November 19, 2015 Nûçe
Parlamenterên HDPê dest bi bi greva birçûbînê kirin
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ali Atalan û Gulser Yildirim bo prorestokirina qedexekirina derketina derve û pevçûnên li navçeya Nisêbînê Mêrdînê dest bi greva birçûbînê kirin.

Li navçeya Nisêbînê qedexeya derketina derve ku 13ê Mijdarê hatibû îlankirin berdewam dike. Parlamenterên HDPê yên Mêrdînê Alî Atalan û Guleseren Yildirim li rêya Hevrîşimê li hemberî pevçûn qedexekirina derketina derve li navçeya Nisêbînê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Parlamenterên HDPê ragihandin heya qedexe ne rabe ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Alî Atalan diyar kir, li piraniya taxên navçeyê av û cereyan nîne û herwiha kêmasiyên xwarin û vexwarinê jî hene û wiha domand:

“Her roj bênavber navenda navçeyê tê gulebarankirin. Heya niha hêzên ewlakriyê derbasî taxeke jî nebûne. Ji ber dîmenên şer û dengê teqîna çekan psîkolojiya zarokan xirab bûye. Ez jî dixwazin bale bikêşinî li ser vê yeke û ji ber rakirina qedexeyê me dest bi greva birçûbînê kir.”

Atalan anî ziman ew jî xendeqên li navçeyê hatine kolandin weke pirsgirêk dibînin û got ew li ser sedemên wê yekê lêkolînên dikin.

Hat gotin, dê parlamenterên HDPê yên Mêrdînê Mithat Sancar û Erol Dora îro tevlî çalakiyê bibin.

Rudaw
Top