Mele Bextyar: Barzanî biryara hatina Heşda Şeibî bo Xurmatû nedaye
Berpirsê Desteya Kargêriya Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextyar derbarê pirsgirêka hatina Heşda Şeibî bo Xurmatû carek din hate deng.
Piştî ku Mele Bextiyar berî çend rojan di simînarekê de ku li zanîngeha Silêmaniyê jibo wî hatibû saz kirin, di simînarê de Bextyar amjae bi wê yekê kiribû: “Hatina Heşda Şeibî li ser fermana Barzanî bû.” Piştre Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva Bextyar dabû.
Îro 19 Mijdarê di dema birêveçûna yekemîn roja festîvala Gelawêj de Bextiyar di kongireyekî rojnamevanî de red kir ku, Barzanî beşdarî biryara hatina Heşda Şeibî bo sînorê Xurmatû bûbe.
Mele Bextyar got: “Me negotiye ti kesî rezamendiya xwe li ser hatina Heşda Şeibî bo Xurmatû daye, ez li vir dîsa tekez dikim ku ti berêzekî rezamendî li ser vê yekê nedaye.”
Herwiha Mele Bextiyar got: “Em wek YNKê, heta ku pirsgirêka navçeyên Kurdistanî neser bi Herêma Kurdistanê ve çareser nebe, em naxwazin ti hêzek Erebî were wan navçeyan, em wek YNKê me bi ti şêweyî daxwaza hatina Heşda Şeibî nekiriye.”
Basnews
