Rojnameyên Tirkiyê – Fransa got DAIŞ, Tirkiyê got PKK!
Rojnameya Miiliyet pakêteke nû ya reforman radigihîne ji aliyê hikûmetê de ku ji dadwerî, darayî û heta bi rêveberiya siyasî di komek waran de dê gorankarî pêk bên, rêvebereiya xweserî jî tê de. Operasyonên li dij DAIŞ yên li Tirkiye û Fransa jî bi berdewamî ji manşetan tên ragihandin.
HURRIYET
-Va ye yê bombe teqand..
Yek ji xwekujên komkujiya Parîsê Îbrahîm Abduselam, di 2015an de li Tirkiyê li ser sînorê Sûrî hatiye girtin û dûre ji bo Belçîka bi şûn de hatiye vegerandin lê Belçîka piştî lêpirsîneke kurt ew berdaye.
- Her qayyûmê ku tê tayînkirin ji bo dem û dezgzhên bi ser cemaeta Gulen ve, mehane 105 hezar TL maeş werdigre. Duh jî 7 qayyûm tayîn kirin bi ser 19 kompanî, weqfek û komeleyeke bi ser cemaetê ve.
- Erdogan, cemaet şexsê min baş nas dike, ez jî wan baş nas dikim lê wan xiyanet li min kirin, ez xiyanetê nakim, bi tenê para ku mafê gel e ji wan distînim.
TURKIYE
-Serokatî li rojevê ye…
Erdogan; emê mijara serokatiyê bînin rojevê. Ji bo kabîneyeke baş ya wezîran divê serokkomar û serokwezîr pêkve kar bikin. Ji bo destûra bingehîn jî di serî de divê ew her 60 maddeyên ku li serê lihevkirin pêk hatibû, derbas bibe.
- Li Awrûpa êdî ji tamê derxistin, herkes bi guman tê dîtin.
Teqîna Parîsê psîkolojiya Awrûpa têk bir. Tedbîrên awarte tên wergirtin ji bo ewlehiyê. Li hemû derî x-ray û kamera bi cî dikin, maç û konser aktîvîteyên qerebalix betal dibin di gumana herî piçûk de balafir dadikevin û ji nû ve radibin.
- Zana dê di her rûniştina meclîsê de bê vexwendin ku sond bixwe. Eger sond nexwe dê nikaribe beşdar be di dengdanên yasayî de lê dê meaşê xwe wergire. Di vê navê de sonda ku ji alî rejîma leşkerî ve hatibû nivîsîn, ji alî rastnivîs û naverokê ve bû mijara guftûgoyan.
SABAH
-Destûra nû dê millet pesend bike.
Erdogan, bi baweriya min eger destûra nû bi 330 dengan here bo referandûmê dê millet herêkirinê pê bide. Bila derdorên akademïk, saziyên sivîl û millet bixwe li ser sîstema serokatiyê guftûgo bike, lê aşkere ye ev sîstem xitimiye dê ji derekê de pingar bide..
- Duyemîn qaseya din jî ya Cemaetê kete ber qayyùmê. Piştî Koza Holdîng, niha jî Kaynak Holdîng desteser bû ku yek ji girîngtirîn dergehê darayî bû ji bo Cemaetê.
MILLIYET
-Akademîya Dadgeriyê.
AKP bi pakêteke reforman dê dest di dora nû ya deshelatiyê bike. Naveroka vê dê pakêtê li ser sîstema dadwerî, rêbaza personelan, rêveberiya herêmî, fînansmana siyasetê û rêkûpêkiyên yasayî de be. Di beşa rêveberiya herêmî de, ew şert û mercên Yekîtiya Awrûpa ku Tirkiye şerh danîbûn ber wan, dê wan rake. Bi vî awayî dê rê vebe li ber herêman ku rêveberiya xwe bi xwe pêk bînin.
HABER TURK
-Hevdîtineke germ û hilma biratiyê.
Çîpras û Dawûdoglû bi hevre re bang li Awrûpa kirin ku ji bo kêşeya penaberan dest bidin hev.
- Di operasyona DAIŞê de belgeyên tirsnak. Li bajarê Entabê di operasyona ku pêk hat de, li ser belgeyên kompîterekê de plana ji bo teqînên li 18 bajarên Tirkiyê bi dest ket.
Di serî de li Stembol, Îzmîr û gellek bajarên din, klûbên şevê, ciyên şahî û kêfê û asarên dîrokî di ber hedefên DAIŞ de bûne. Herwiha sabotekirina kombûna G20 jî yek ji hedefan bûye.
- Prof. Volkan Vamik, dinya êdî guherî, Awrùpa ji niha bi şûnde dê ji her tiştî şikê bike.
- Leyla Zana bi sondnexwarinê bû sedemê dubendiyê di nav HDPê de. Hin ji HDPyiyan dibêjin nabe em weke 24 sal berê tevbigerin.
STAR
-Kes vî dengî nabihîze.
Esadê dîktator duh bombe bi ser xelkê de barand, keçikeke 6 salî ji bin xaniyê hilşandî qîjiya ku werin hewara dê û bavê wê. Ti kesî ew deng nebihîst, dîsa guh hemû li ser Parîsê bûn.
- Salih Muslîm li Parîsê tacegulekê danî ciyê teqîn lê qewimî, PKK li Parîsê bi dilê xwe digere lê misilman ketine ber devê gulleyan.
TARAF
Partî dê ji harîkariya xezîneyê bê par bimînin.
AKP di gorankariya nû ya destûrî de dixwaze xezîne nema harîkariya darayî bide partiyên siyasî. Bila bi rêya bexş û harîkariyê xwe fînanse bikin.
CUMHURIYET
Çi hat serê me?
Ew zîhniyeta ku li bajarê Konya ji bo qurbaniyên teqîna Anqara dest bi fîkandinê kir, duh jî di maça Yûnanîstan û Tirkiyê de li şûna rêzgirtinê ji bo Parîsê bi Allahùekber stadyûmê da ber fîkandinê. Ev şerma giran li Awrûpa deng veda. Ragihandina rojava bi berfirehî cî da vê bûyerê got, "Alîgir beramberî êrîşa Parîsê gotin Xwedê mezin e".
BIRGUN
Du dewletên sûcdar du helwestên cîyawaz.
Fransa û Tirkiye du dewletên ku di şerrê Sûrî de dest dan cîhadiyan, piştî teqînên Anqara û Parîsê, helwestên bi tevahî dijê hev nîşan dan. Fransa li ciyê teqînê birîndaran rakir nexweşxaneyan, Tirkiyê gaza tûj bi wan de reşand li Anqara/ Hollande pê re pê re got fail DAIŞ e Tirkiya ya Anqara xist stûyê PKK û muxaberata Sûrî û got dengên AKP bilind dibin/Fransa di nav 5 rojan de hemû êrîşkar aşkere kirin, Tikiye 40 roj bi ser ketiye hê jï bê deng e/ Fransa êrîşê wek êrîşeke bi ser nirxên komarî de nirxand û li hember cîhadiyan welêt bi alarmê xist, Tirkiye Dawudoglû got di destê me de lîsteyek ji êrîşkaran heye lê heta nelivin li gor yasayê em nikarin destê xwe bidin wan.
Rudaw
