• Thursday, 19 February 2026
logo

Endamekî Kongirês: Divê Amerîka rasterast çekan bide Pêşmerge

Gulan Media November 19, 2015 Nûçe
Endamekî Kongirês: Divê Amerîka rasterast çekan bide Pêşmerge

Berpirsê Pêwendiyên Derve di Kongirêsê Amerîka de rexneyan li Washington dike, bi nerîna wî gereke Amerîka rasterast alîkariya Pêşmerge bike.

Endamê Kongirêsa Amerîka Aid Royce ji CNN re ragehand, heta niha Amerîka hizir nekiriye ku hêzên zemînî bişîne jibo şerê li dijî DAIŞê.

Wî Endamê Kongirês rexneyan dike ku, Îdareya Barak Obama alîkariya rasterast bo Pêşmergeyên Kurdistanê red kiriye, jiber ku Şîîa razînebûne li ser vê yekê ku Amerîka rasterast çekan bo Pêşmerge bişîne.

Navborî di riya amadekirina raporta bergiriya neteweyî daxwaz dike ku Amerîka rasterast û bêyî ku li hikûmeta Iraqê û serkirdeyên Şîîa veger çekan bo Pêşmerge bişîne.

Aid Royce tekez kir ku berdewam berpirsên Iraq û Îranê arîşeyan li ber hewldanên pirçek kirina rastrast a Pêşmerge durust dikin û dixwazin çek hemû bighên destê milîsên Şîîa.

Navborî tekez kir ku, Pêşmerge çend caran daxwaza rokêtên li dijî Tankan û guleyên hawin jibo şerê DAIŞê kirine, lêbelê bi sedema nerazîbûna hikûmeta Iraqê Amerîka amade nebû ku rasterast alîkariyan bide Pêşmerge.

Basnews
Top