• Thursday, 19 February 2026
logo

Pêşmerge moralê artêşa Îraqê bilind kiriye

Gulan Media November 19, 2015 Nûçe
Pêşmerge moralê artêşa Îraqê bilind kiriye

Parêzgarê Nênowayê dibêje serkeftinên hêzên pêşmerge moralên artêşa Îraqê jî bilind kirine.

Parêzgarê Nînowayê Newfel Hemadî ragehand ku, serkeftina Pêşmerge ya li hember terorîstên DIŞIê û rizgarkirina piraniya navçeyên dagirkirî, moralê artêşa Iraqê jî bilind kiriye.

Parêzgarê Mînowa Newfel Hemadî di hevpeyvînekê de ligel radyoyek Iraqî ragehand ku Hêzên Pêşmerge rêya sereke ya navbera Mûsil û Reqayê ji destê DIŞIê derxistine û ev yek jî pêngevek pir giring e.

Hemadî amaje bi wê yekê kir ku piştî serkeftina Şingalê niha Pêşmerge bi niyetin ku navçeya Til Efer jî rizgar bikin.

Li gor daxuyaniyên Parêzgarê Nînowa piştî kontrolkirina Şingalê kontrolkirina Tel Efer jî hêsantir bûye û heger Til Efer jî bê rizgarkirin hingî rizgarkirina Mûsilê jî hêsantir dibe. Hemadî got: ‘’Serkeftinên Pêşmerge moral ûreyê hêzên artêşa Iraqê jî bilind kiriye.’’

Mewfel Hemadî diyar kir ku divê mîlîsên Şîe beşdarê operasyona Mûsilê nebin, tenê hêzên rizgarkirina Nînowa yên ku ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine perwerdekirin, beşdarê operasyonê bibin. Hemadî got: ‘’Ev hêz dikarin bi piştgiriya Pêşmerge Mûsilê ji destê DIŞIê derbixin.’’

Top