Li Tirkiyê di hikûmeta 64an de heyama nû
Li Tirkiyê, bi desthilatdariya Ak Partî wê hikûmeta 64'an bê avakirin. Wezîrên hikûmeta nû, di demeke nêzîk de wê werin diyarkirin û hejmara wezîran wê bê zêdekirin. Hikûmeta Ak Partî di heyama nû de dixwaze di serî de destûreke nû çêbike. Ji bo vê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Ahmet Davutoglu wê bi serkirdiyên opozîsyonê re bicive.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo avakirina hikûmeta nû, erk da Serokwezîr Ahmet Davutoglu. Di heyama nû de di nav plan û xebatên Ak Partiyê de mijarên destûra nû, pergala serokatiyê, proseya aştî û aborî cih digire.
Yekane armanca Ak Partîye ew e ku destûra Tirkiyê biguherîne û destûreke nû çêbike. Ji bo vê serokê giştî yê Ak Partiyê Ahmet Davutoglu wê bi rêberên opozîsyonê re di rojên pêş de hevdîtinan bike. Tê texmînkirin ku dema hevdîtinan pergala serokatiyê yek ji armanca Ak Partîyê be û li ser gotûbêj were kirin. Ji ber Ak Partî dixwaze sîstema serokatiyê ligel destûra nû pêk bîne.
Heta niha hejmara wezîran 25 bû lê ji niha pê ve Ak Partî 5 wezaretên nû jî lê zêde dike, herwiha di hikûmeta nû de 30 wezîr dê dest bi xebatê bikin.
Li gor rojnameya Yeni Yuzyilê, Serokkomar Erdogan dixwaze Efkan Ala, Yalçin Akdogan û zavayê xwe Berat Albayrak bike wezîr lê belê tê gotin Davutoglu wezîrtiya wan kesan pir naxwaze. Her wiha Davutoglu hewl dide ku Alî Babacan bike wezîrê aboriyê lê belê Erdogan daxwaz dike ku Babacan bibe wezîrê karên navxweyî.
Heta niha, plana 3 mehî hatiye amadekirin. Li gor vê planê hikûmeta Ak Partî, di warê aborî, perwerdeû tenduristiyê de gavên nû dê biavêje.
K24
