Xurmatû – Milîsên şîe: Me tevahiya girtiyên kurd berdan
Ev çend roj in li bajarokê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê, di navbera hêzên kurdî û milîsên Heşda Şeibî de alozî derketiye. Li gorî amarên fermî, di encama wan aloziyan de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Her wiha hinek kes jî ji aliyê her du aliyan ve hatibûn girtin lê fermandeyê Heşda Şeibî li Xurmatû, Atif Necar ji Rûdawê re got, me û aliyê kurd li ser berdana wan girtiyan li hev kir û tevahiya girtiyan hatin berdan.
Atifa Necar, ku wêneya rêberê Îranê Elî Xaminêyî danîbû pişt serê xwe, anî ziman ku ev du roj in ti bûyerek li Xurmatû derneketiye û got, civînên me ji bo normalkirin û aramkirina rewşa bajêr didomin.
Wî rayedarê Heşda Şeibî da zanîn ku hikûmeta Iraqê jî razî bûye welatiyên ku ji ber aloziyên bajêr ziyan dîtine, bên qerebûkirin.
Di aloziyên Xurmatû de gellek dikan, xanî û navendên giştî hatibûn şewitandin.
Rudaw
