• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bo BBC: Eger civaka cîhanî bixwaze bi temamî kar bike vê demê şikest dan û paşde

Gulan Media November 19, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî bo BBC: Eger civaka cîhanî bixwaze bi temamî kar bike vê demê şikest dan û paşde

Mesrûr Barzanî bo BBC: Eger civaka cîhanî bixwaze bi temamî kar bike vê demê şikest dan û paşde birina terorîstan vê çend me anjî çend hefteyek zêdetir pê neçe.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanala BBC yaku li eniyê şerê dijî terorîstên DIŞIê li Şingalê pêk aniye eşkere kir ku eger civaka cîhanî bitemamî karên xwe cîhbicîh bike vê demê şikestdan û paşde birina terorîstan vê çend meh anjî çend hefteyek pê neçe. Ev naveroka hevpeyvînê ye;

Mesrûr Barzanî: Gelek mixabin bo bûyerên Parîsê, bi kemanî em hêvî dikin ku ev zengelek agehdar kirinê be bo ji xwe hişiyar kirina civaka navnetewî û hesiyana civaka cîhanî bi metirsiyê. Hêvî dikin ew yek lîstêkê biguhere û herwiha hêvî dikin ku civaka cîhanî zêdetir hewl bide û girêdayî berpirsiyartiyên xwe be û bi vê yekê bihese ku lazime rûbirûyê wan metirsiyan bibe û DIŞIê li her derê ku heye ji nav bibin û ev yek jî vê bibe sedama vê yek ku mirov ji dûbae nebûna kiriyarên han yên terorîstî piştrast bibe.

BBC: Gelo li gor we êrîşên Parîsê bi wateya lawaz bûna DIŞIê ne?

Mesrûr Barzanî: Em niha hest bi vê yekê dikin ku terorîstên DIŞIê niha ji demên pêştir gelek lawaztirin, ti goman tê de tune ku lawazî bi DIŞIê ve tê dîtin jiber ku liwir û li cihên din ax ji dest dane lê ji bo pêk anîna kiriyarên terorîstî û teqînan rêbazên nû û cuda bikar tînin. Lewre ez bawer dikim ku ev guhertina taktîkê ye, mimkune kiriyarên terorîstî yên zêdetir jî bikin eger ku neyên rawestandin û zext li ser wan neyê kirin.

BBC: Hun bi çi awayî li îhtiwa kirin û di bin zextan hêlana DIŞIê di warê paşekeşî kirinê de dimizînin?

Mesrûr Barzanî: Paşde birina DIŞIê di warê leşkerî de gelek girînge jiber ku eger dever û axeke zêdetir ji dest bide vê demê wateya vê ewe ku li seraserê cîhanê de ti deverek namîne ku terorîst jê re werin û têkilî li gel deynin û ji aliyeke din ve jî nikare xelkê herêmî jî bike weke leşkerên xwe û herwiha hêza dabîn kirina abûrî jî jê re namîne, lewre paşekeşî pê kirina terorîstên DIŞIê di warê leşkerî de bi wateya destpêka şikesta yekcarî ya terorîstane û di dawî de jî bi wateye dawî hatina terorîstane, di vê warê de jî bo gehêştin bi vê astê li gor me lazime civaka cîhanî bi temamî dest bikar bibe û hewl bo qedexe kirina hatûçûya terorîstan û hişik kirina çavkaniyên darayî yên terorîstan li her derê bide. Ji vê jî zêdetir lazime welatên îslamî jî bi hizrên liberal şerê dijî terorîstên DIŞIê bikin, eger civaka cîhanî amade nebe hêzên leşkerî bişîne daku li ser erdê di warê bejahî de şerê DIŞIê bikin vê demê dikare hevkarî û piştgîriya wan hêzan bike ku di warê bejahî de bi awayekî çalak û bibandor şerê DIŞIê kirine û dikin, liwir mebesta min hêzên pêşmergene ku hêza yekaneye ku kariye derbên dijwar li terorîstên DIŞIê bide, û terorîst neçar kiriye paşekeşî bikin.

BBC: Pêşrewiya we weke Kurd bisinore jiber ku hun naxwazin biçin nava deverên Erebî yên sineyan?

Mesrûr Barzanî: Raste sinora ma ye erdnigarî diyare û em nikarin binçin nava deverên din ku li gor me nebeşikin ji axa Kurdistanê lê bo ku di wan deveran de jî şerê DIŞIê were kirin lazime em rêkeftinan bikin û hêzên hevpeymanan hebin, di rewşeke bi vê rengî de jî pêdiviya me bi hêzeke Erebî jî heye yê ku xwedan hêza şer kirinê be, lazime gelek bi hişiyarî endamên hêza han werin hilbijartin daku ti cure hesasiyetek li gel şîniyên wan deveran çê nebe.

BBC: Gelo li gor we beşdariya welatên Erebî gelek girînge?

Mesrûr Barzanî: Na, eger hêzên Îraqê bikaribin şer bikin û bikaribin DIŞIê ji deverê derbixin vê demê beşdariya wan ewqas ne girînge.

BBC: Gelo heta niha ew yek hatiye dîtin?

Mesrûr Barzanî: Heta niha me ew yek nedîtiye, hinek pêşkeftin û pêşrewî hebûne lê heta niha hêzeke bi vê rengî tuneye bo ku bikarêbe paşekeşî bi DIŞIê bike. BBC: Gelo eger Rojava bi temamî were ser xetê ku lazime wisa jî bike vê demê ji bo ji nav birina DIŞIê pêwîstî bi çiqas dem heye? Mesrûr Barzanî: Li gor min eger civaka cîhanî bixwaze bi temamî kar bike vê demê paşekeşî kirin bi terorîstên DIŞIê vê pêdiviya xwe bi çend meh ya çend hefteyan hebe.

Top