• Thursday, 19 February 2026
logo

Sûndxwarina Leyla Zana di parlemenê Tirkiyê de dibe cê behsê

Gulan Media November 17, 2015 Nûçe
Sûndxwarina Leyla Zana di parlemenê Tirkiyê de dibe cê behsê

Bi sedema guhertina beşekê ji deqa sûndxwarina xwe li parlemena Tirkiyê, Sûndxwarina Endama parlemena Tirkiyê li ser lîsta HDPê Leyla Zana nehat qebûl kirin.

Êvara roja 17 Mijdarê di dema ku Leyla Zana cû ser dike. Bi mebesta sûndxwarinê di parlemena Tirkiyê de bi zimanê Kurdî got: “Bi hêviya aştiyê.” piştre sûnd bi zimanê Tirkî xwend, lê gotinek di deqê sûnxwarinê de guhertin ji dêvla (Gelê Tirk yê Mezin) (Gelê Tirkiya yê mezin) bikar anî.

Li beramberî karê Leyla Zana, Seroka parlemenê Tirkiyê Deniz Baykal sûndxwarina wê nepejirand û ji Leyla Zana xwest ku ew sûnda xwe dûbare bike.” Lêbelê Leyla Zana guh lê nekir, herwiha Seroka parlemenê got: “Çênabe gotinên kurdî di sûndê de bêne xwendin, lemam sûnad wê nehat qebûl kirin û ji Leyla xwestin careke din sûnd bixwe.

Derbarê sûnxwarina Leyla Zana rojnamevanan pirs ji Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin lê wî got: “Tiştekî ji min wernegrin.”

Ji aliyê xwe ve Leyla Zana li toreya civakî Twitter belav kiriye ku: “Berî ku ez sûnda yasayî bixum, min got “Bi hêviya aştiyê” lema divê sûnda min bê qebûl kirin, jiber min bizimanê Tirkî ew sûnd xwend, berî sûndxwarinê min gotinên Kurdî gotin.”

Basnews
Top