KCK dema vekişandina gerîla ji Şingalê eşkere dike
Fermandarekî Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigehîne ku “kengî Êzdiyan vîn û parastina xwe xurt kirin (…) wê demê rewşa gerîla dikare were gotûbêjkirin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK, Sabrî Ok di hevpeyvînekê de ligel ajansa ANF îro, 16ê Mijdarê, balkişande ser azadkirina Şingalê û got ku, ew serkeftin bi “keda hevbeş” ya Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Di dema ragehandina azadkirina Şingalê de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li ser Çiyayê Şingalê ragehand ku, tenê Hêzên Pêşmerge di operasyona azadkirinê de beşdar bûn, ji bilî wan jî ti hêzek din nebû.
Sabrî Ok di nav gotinên xwe de amaje bi dema vekişandina gerîla ji devera Şingalê kir û wiha pêde çû: "Êzidiyan weke parçeyekî ji Başûrê Kurdistanê kengî vîn û parastina xwe ya azad xurt kirin û pêwîstî êdî pê nema, hingî rewşa gerîla dikare bê nîqaşkirin. Ji bilî vê yekê, divê hebûna gerîla bi temamî weke hêzeke destekê bê dîtin û kesek jê aciz nebe.”
K24
