Polîsan dayîka 5 zarokan û ducanî kuştin
Li bajarê Nisêbînê li taxa Firatê polîsên Tirk li kuçeya Başyurtê, dayika 5 zarokan û jina ducanî Selamet Yeşîlmen dema bi zarokên xwe ên 13-14 salî ji qada duyemîn dadiketin hewşê ji hêla wesayîta zirxî ya kobra ku li ser rêya Çagçagê hatibû bicihkirin hatin gulebarankirin.
Li gorî nûçeya DIHA`yê duh 15/11/2015 di encama êrişa polîsan de jina ducanî û dayîka 5 zarokan Selamet Yeşîlmen jiyana xwe ji dest da û her du zarokên wê bi guleyên polîsan bi giranî birîndar bûn.
Qaymeqamiya Nisêbînê têkîldarî qetilkirina Selamet Yeşîlmen a li taxa Firatê dema bi zarokên xwe yên 9 û 17 salî ve li ber mala xwe ji derenceyah peya dibû hate qetilkirin daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ligel ku li herêmê teqîn çênebûye jî hate îdiakirin ku Yeşîlmen bi parçeyê şarapnelê jiyana xwe ji dest daye. Lê guleyên ku li zik û milê Yeşîlmen ketiye qaymeqamiyê diderewîne.
Di daxuyaniya qaymeqamiyê de qala şarapnel ji kû hatiye jî nayêkirin û tê îdiakirin ku polîsên ku 200-300 metre durî malê bi cih bûbûn jî ne li wir bûne. Qaymeqamiya ku polîsên mala Yeşîlmen rasterast gulebaran kirine û nîv saetê nehiştine cenazeyê Yeşîlmen li ber malê bê rakirin nedîtîve tê û dîsa tê îdiakirin ku birîndar birine nexweşxaneyê.
Xendan
