• Thursday, 19 February 2026
logo

Viyan Dexîl weke ‘Kesayeta Salê’ hate hilbijartin

Gulan Media November 16, 2015 Nûçe
Viyan Dexîl weke ‘Kesayeta Salê’ hate hilbijartin

Parlamentera Kurdê Êzdî ya Parlamena Iraqê Viyan Dexîl di nav welatên Erebî de ‘’Kesayeta Salê’’ hate hilbijartin. Dexîl got ew zêdetir jiber rizgarbûna Şingalê dilxweş û şad bûye.

Parlamentera Ezdî ya ji lîsteya PDK’ê li Parlemena Iraqê Viyan Dexîl, di neva hemû welatên Ereb de weke Kesateya Jin a Salê hate destnîşan kirin.

Dezgaha Destpêşxeriya Rêzgirtinê ya Mibadre Tîkrîm a Lûbnanî, di çarçoveya çalakiyên salane de, her sal xelata kesayeta salê dide jinên derhêner, çalakvanên jin ên mafê mirov û jinan, zanist, teknolojî û beşên din jiyanê.

Di ahengek taybet de li Dûbay, xelata îsal dane Parlamentera Kurdê Êzdî Viyan Dexîl. Di ahengê de sînevîzyondek derbarê jiyan û karên Viyan Dexîl de hate pêşandan û paşî Dexîl weke ‘’Kesayeta Sala 2015’ê’’ hate hilbijartin.

Viyan Dexîl piştî wergirtina xelatê axivî û got: ‘’Eve sal nîveke min dilxweşî nedît. Dibe ku jiber vê yekê jî be vê xelata rêzgirtinê didin min. Lê ez gelek dilxweş im ku Şingal hate azadkirin. Ez hêvîdikim ku 3 hezar û 600 jin û keçên me yên di destê DAIŞ’ê de jî bêne azadkirin. Karesataliser van jinan de hatiye wê herdem weke birînek bi xwîn bimîne.’’

Dezgaha Destpêşxeriya Rêzgirtinê ya Mibadre Tîkrîm a Lûbnanî her sal di nava welatên Ereb de kesayetekê diyar dike û xelata rêzgirtinê jî li paytexta welatên cûda, dide xwediyên wan.

Basnews
Top