Hijmara kuştiyan li Xormatûyê zêdetir dibe
Her ku diçe rewşa Xormatûyê aloztir dibe.
Di encama aloziyên rojên derbasbûyî yên li bajarê Xormatûyê de heta niha 6 welatiyên medenî hatine kuştin û 12 çekdarên milîşa yên Şîi jî hatine kuştin.
Herwiha tê gotin ku aliyên çekdar yên Şîi girêdayê bi rêkeftin û peymanên îmze kirin yên di navbera aliyên siyasî yên vê bajarê de nîne.
Ji aliyeke din ve di nava sê rojên derbasbûyî de 50 xanî û 100 dikanên welatiyan jî hatine şewtandin.
