• Thursday, 19 February 2026
logo

Japon wê çend pirojeyên girîng li Kurdistanê cîbicî bike

Gulan Media November 16, 2015 Nûçe
Japon wê çend pirojeyên girîng li Kurdistanê cîbicî bike

Balyozê Japon li Iraqê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û çend pirojeyên girîng li Herêma Kurdistanê ragehand.

Li gorî daxuyaniyek Hikûmeta herêma Kurdistanê ku kopiyek bo BasNews hatibû şandin, Îro 16 Mijdarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonê li Iraqê Fomyo Êwa û şanda ligel wî kir.

Di civînê de Balyozê Japonê pîrozbahî arasteyî xelk û hikûmeta Kurdistanê kir bi boneya Serkeftina operasyona Şingalê û azad kirina wê ji destê çekdarên DAIŞê kir. Herwiha sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, tekez jî kir ku, xelk û hikûmeta Japonê bi çavê rêzê li xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê dinere, jiber di rewşek awarte de karîbû aramiya navçeyê biparêze, herwiha tekez kir ku hikûmeta Japon dê jibo şandina alîkariyan berdewam be, tê pêşbînî kirin ku di demek nêzîk de komek alîkarî bişîne Iraqê jibo alîkariya penaberan.

Herwiha amaje bi wl yekê jî kir ku piştî azad kirina Iraqê ji dîktatoriyetê Hikûmeta Japon nêzîkî 7 milyar dolar jibo avakirina Iraqê terxan kir, ji pişka Herêma Kurdistanê ji wan pereyan, çend piroje hatin encamp dan, wek pirojeya ava Helbce, ava Hewlêrê û bendava Dêrelûkê ku wê di demek nêzîk de têkevin ware cîbicî kirinê, herwiha piştgiriya xwe û welatê xwe bo siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ware alîkariya penaberan de anî ziman.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Spasiya Japon li ser alîkariya wan box elk û hikûmeta Kurdistanê kir û diyar kirina beşa Herêma Kurdistanê ji wan alîkariyan bilind nirxand, herwiha tekez kir ku bi çavekî mezin em li pêwendiyên welatê xwe ligel wealtê Japonê dinerin û amdebûna Herêma Kurdistanê bo bihêz kirina wan pêwendiyan di hemû waran de tekez kir.

Nêçîrvan Berzanî herwiha behsa rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî kir, bitaybet rewşa dawî ya bereyên şer lidijî DAIŞê, jibilî behsa rewşa navçeyê bi giştî û ya Kurdistan û Iraqê bitaybetî.

Basnews
Top