• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûkê kir

Gulan Media November 16, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûkê kir
Êvariya roja yekşem 15.11.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemedê Hacî Mehmûd Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûk û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûkê ji bo serkeftina operasyona azadkirina Şingalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û her wiha pîrozbahiyê jî li Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bi taybetî jî xelkê devera Şingalê kir û ji bilî behsa rola Pêşmergeyên qehreman, vê serkeftinê jî ji bo gelê Kurdistanê bi destkeftekî mezin û dîrokî wesif kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û behsa naverokan û çawayiya birêveçûn û serkeftina operasyona azadkirina Şingalê kir û tekez li wê yekê kir ku azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve êdî ew bawerî ji bo hemû aliyek dirust kir ku Da'îş şikest dixwe û ji nav diçe. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku serkeftina operasyona azadkirina Şingalê rûdanekî dîrokî û bi hemû pêkhatên xwe ve serkeftina hemû gelê Kurdistane.

Her li vê kombûnê da girîngî û rehenda siyasî û stratejî û aborî û nîştîmaniya azadkirina Şingalê û her wiha vegerana jiyan û xizmetguzarî û dam û dezgehên kargêriyan û yarmetîdana xelkê Şingalê xistin ber behs û gûftûgoyan û di derbarê pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top