Serok Barzanî spasiya Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihok û Birêveberiya Rêgeûban û Piran kir
Serok Barzanî pir bi dil spasiya karmendên wan dû fermangehan kiriye ku her di destpêka êrîşa terorîstan ve heta niha, li mîhwerên Rojhilat û Rojavayê Dîcle û Şingal û bereyên dinê nêzîkî parêzgeha Dihokê, rolekî Pêşmergane û nîştîmanperwerane li rizgarkirina giyanê Pêşmergeyên birîndar û yarmetîdana xelkê koçber û palpiştîkirina hêzên Pêşmerge û yarmetîdana wan ya dirustkirina senger û pir û rêgeûban û veguhestina kelupelên pêwîst ji bo Pêşmergeyan hebûye.
