• Thursday, 19 February 2026
logo

PARÎS – Bîlançoya herî dawiyê…

Gulan Media November 15, 2015 Nûçe
PARÎS – Bîlançoya herî dawiyê…
Hat ragihandin di encma êrişa çekdarî û çend teqînên li Parîsê de 129 kesan jiyana xwe ji dest dane û 352 kes jî birîndar bûne.

Şeva borî li paytexta Fransa Parîsê, çend teqîn û êrişa çekdarî hatibû kirin.

Dozgerê Asayîşa Fransayê François Molins derbarê encama êriş û teqinên li Parîsê de daxuyaniyek da û ragihand di encamê de 129 kesan jiyana xwe ji dest dane û 352 kes jî birîndar bûne.

François Molins wiha got: “Me 3 tîmên terorîst diyar kirin. Terorîstek xelkê Sûriyeyê ye. Herwiha 3 kes jî li Belçîkayê hatine destderkirin.”

Li gor agahiyan di bûyerên 128 kesan jiyana xwe ji dest dayîn ji aliyê 8 kesan ve hatiye kirin.

Erişa çekdarî û çend teqînên şeva borî li Parîsê qewimîn, rêxistina DAIŞê li xwe girtibû.

Rudaw
Top