• Thursday, 19 February 2026
logo

HDP: Azadkirina Şingalê serkeftina mirovahiyê ye

Gulan Media November 15, 2015 Nûçe
HDP: Azadkirina Şingalê serkeftina mirovahiyê ye

HDP’ê derbarê azadkirina navçeya Şingalê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku azadkirina Şingalê ne tenê serkeftina Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, herwiha serkeftinamirovahiyê ye.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag bi daxuyaniyek nivîskî serkeftina operasyona Şingalê pîrzo kirin.

Hevserokên HDP’ê gotin: ‘’Li Şingalê bi hezaran Kurdên Êzdî hatine qetilkirin û ji bo azadkirina wê bi sedan şehîd hate dayîn. Azadkirina Şingalê ne tenê serkeftina Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, herwiha serkeftinamirovahiyê ye.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi destê eniya hevbeş a gelê Kurdistanê serkeftina Şingalê pêk hatiye û ev serkeftin ligel ya Kobanê û Girê Spî, dê bîr û hizrê mirovahiyê de weke nîşana serbilindiyê bi cîh bibe.

Hevserokên HDP’ê diyar kirin ku divê serkeftinên leşkerî nekin malê partî yan jî şexsan, ji bo bidestxistina azadî û aştiyê gelê Kurd ligel hemû gelên herêmê di nava hevgirtinê de be û bi wan re di nava tekoşînek hevpar de be.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin; ‘’Bi vê armancê em hemû şervanên azadiyêyên li Şingalê tekoşiyane silav dikin û carek din jî dibêjin ku emê bi bîranîna mirovên di vê tekoşîna mirovahiyê de şehîd bûne, girêdayî bin.’’

Basnews
Top