• Thursday, 19 February 2026
logo

Qayîmeqamê Xurmatû: 59 kurd hatine berdan

Gulan Media November 15, 2015 Nûçe
Qayîmeqamê Xurmatû: 59 kurd hatine berdan
Qayîmeqamê Xurmatû Şelal Ebdulah ragihand ku, ji duhî ve 59 kurd ku ji aliyê çekdarên şîe ve hatibûn girtin, hatine berdan.

Şelal Ebdulah ji Rûdawê re ragihand: “Ew kurdên ku ji aliyê çekdarên tirkmanên şîe ve hatine girtin, 59 kes ji wan hatine berdan û tenê 10 kes ji wan di destê wan de man ku biryar e niha ew jî bên berdan û bigihên cem me.”

Şelal Ebdulah wiha got: “Hemû aliyan soz dane ku li ser çareserkirina vê aloziyê rêkeftinê bikin û îro ew yek pêk were baştir e ji sibe, da ku ev her mezin nebe.”

Peyamnêrê Rûdawê li Xurmatû Senger Ebdulrehman ragihand, îro ji ber aloziyan dewama fermî ya sazî û dezgehan hatiye sekinandin û got, welatî dibêjin, milîsên şîe û tirkmen malên me dişewitînin, nîşangirên şîe li me didin û nahêlin em karê xwe bikin.

Roja 13ê vê mehê, hêzên kurdî û milîsên şîe rêkeftinek ji bo berdana girtiyan kiribûn, hinek kes ji her du aliyan hatibûn berdan lê dîsa rewş aloz bibû û rêkeftin jî hilweşiyabû.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku milîsên şîe ku wek Heşda Şeibî tên nasîn, hêzeke xwe li Xurmatû bicîh kirine.

Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha 3 milîsên şîe hatine kuştin, 2 pêşmerge jî şehîd bûne. Her wiha derdora 75 kurdên Xurmatû ji aliyê milîsên şîe yên tirkmen ve hatine girtin û hinek milîsên şîe jî ji aliyê hêzên kurdî ve hatine girtin.

Rudaw
Top