• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Wezîrê Tirkiye pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir

Gulan Media November 15, 2015 Nûçe
Serok Wezîrê Tirkiye pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir
Êvariya roja şemiyê 14.11.2015 Ahmet Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiye li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina bajarê Şingalê li Serok Barzanî kir.

Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Wezîrê Tirkiye amadehiya welatê xwe ji bo hemahengîkirina li gel Herêma Kurdistan ya ji bo dijayetîkirin û şerê terorîstan da nîşanda û her wiha ji bilî destxweşî û pîrozbahiya serkeftinê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku Tirkiye amadeye birîndarên Pêşmerge li nexweşxaneyên xwe çareser bike.

Top