Cebar Yawer: Ji bo kontrolkirina rewşa Xûrmatû çi pêwîst be dê bêne kirin
Emîndarê Gîştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer daxuyand ku ew dê pabendê rêkeftina ligel Heşdî Şê’bî bin û ji bo arambûna rewşê ya pêwîst dê bêne kirin.
Li navçeya Xûrmatû aloziya di navbera xelkê naveçyê, hêzên ewlekariyê û Heşdî Şe’bî de berdewam dike. Li gor nûçeyên ji herêmê çekdarên Heşdî Şebî guleyan li xelkê dibarînin û êrîşê hêzên ewlekariyê dikin.
Derbarê mijarê de Emîndarê Gîştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawerbo malpera fermî ya YNK’ê got ku ji bo aramkirina rewşê çi pêwîst be dê bikin.
Yawer diyar kir ku ew weke Hêzên Pêşmerge pabendê rêkeftina ligel berpirsê Heşdî Şe’bî dibin.
Eve du roj in li navçeya Xûrmatû ya ser bi Kerkûkê, çekdarên Şîe êrîşê xelkê dikin. Li navçeyê alozî berdewam dikin.
Basnews
