Wezareta Derve ya Amerîka: Pêşmerge plana xwe bi başî pêk anî
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Li Şingalê armancên me bi başî hatin bicihkirin.”
Mark Toner got: “Sedema rizgarkirina Şingalê di demek kêm de vedigere bo şarezayiya pêşmerge û herwiha lêdana baş a armancan ji aliyê balafirên me yên şer ve.”
Hêzên pêşmerge îro di duyemîn roja operasyona Şingalê de berî nîvro derbasî nav bajêrê Şingalê bûn û Şingal bi timamî ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin.
Hêzên pêşmerge duh pênşemî 12ê Mijdarê dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê kiribûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe serpireştiya operasyonê dikir.
Rudaw
