Li Parîsê êrîşa terorîstî; 140 kes mirin
Li paytexta Fransa Parîsê di encama çend êrişen teroristî de 140 kesan jiyana xwe jidest da, bi dehan birîndar hene û 100 kes jî rehîn hatine girtin.
Li paytexta Fransa Parîsê şevê din çend êrîş li pey hev hatine encamdan. Li salonekê konsertê de çekdaran herî kêm 100 kesên rehîn kuştin. Herwiha li nêzîkê yarîgeha Stade de France jî duteqînên cûda rûdan û di vanteqînan de jî 40 kes mirin û 60 kes birîndarbûn.
Serokomarê Fransayê Hollande li welat rewşa awarte ragehand ku daxuyand ku hatin û çûna welat jî hatiye rawestandin.
CNN International diyar kir ku bi giştî 153 kesan jiyana xwe jidest daye. AFP dibêje 200 kes birîndar in û rewşa 80 kesan cidî ye.
Êrîşa herî bixwîn di salona konsertê de bû
Di salona konsertê ya Bataclan de hezar 500 kes amadebûn. Çend çekdarek ketine nav salonê û bi sedan kes rehîn girtin. Çekdaran bi dehan kes jî kuştin. Rayadaran diyar kirin ku di dema konserta Eagles of Death Metal de ev êrîşpêk hat û herî kêm 100 kesan jiyana xwe jidest daye.
Serdogerê Parîsê Francois Molins ragehand ku bi giştî 120 kes mirine. Herwiha berpirsek ewlekariyê jî daxuyand ku 8 êrîşkar hatine kuştin.
Di dema yariya Fransa-Elmanya de jî 3 êrîşên bombeyî pêk hatin. Hate gotin ku 2 êrîşên xwekujî bûne.
Di dema yariyê de serokomarê Fransayê François Hollande jî li yarîgehê bû.
Basnews
