Serok Barzanî mizgîniya azadkirina Şingalê ragihand
Serok Barzanî di destpêka civîna rojnamevaniyê da spasiya Pêşmergeyên qehremanê Kurdistanê kir û ragihand ku ez ji vir mizgîniya rizgarkirina Şingalê bi gelê Kurdistanê radigihînim. Serok Barzanî pîrozbahiyê vê serkeftinê li gelê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û bi taybetî xuşk û birayên Êzdî kir.
Her li vê civîna rojnamevaniyê da Serok Barzanî ragihand: Me soz da û soza xwe bi cîh anî. Îro em li Şingalê ne, bi taybetî ji bo xuşk û birayên Êzdî hate diyarkirin ku hemû gelê Kurdistanê piştevanê wanin, ew ne bi tenê ne û eve jî hate selmandin ku Êzdî beşekî resenê gelê Kurdistanê ne.
Serok Barzanî ragihand: Îro bila her take keseke Êzdî serbilind û bê minnet bê. Bila bawerî bi xwe hebê. Her keçekî Êzdî bila bi dengekî bilind hawar bike û bibêje ez keça Kurdanim, sembol û remza şeref û berxwedanê me. Bi vê serkeftinê me tola wan kir, tola Pêşmerge merdayetiye, gelek bi merdane tola hemû xuşk û birayên Êzdî hate kirin.
Serok Barzanî spasî Amerîka û hêzên hevpeymanan ya ji bo piştevaniya wan kir û ji bo wê rola ku dîtine spasiya medyaya navxweyî û biyanî jî kir. Her wiha spasî Pêşmerge û fermandeyên qehreman kir.
