Li Şingalê Hêzên Amerîka û Brîtanya topbaran kirina ser DAIŞê birêve dibin
Çavkaniyekê taybet ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji BasNew re ragehand: Niha bi dehan tirêkis û hefare bi rê dene bo bên nav bajarê Şingalê ku di bernameyê Pêşmerge de ku piştî azad kirina Şingalê û paqij kirina wê ji çekdarên DAIŞê, xendek dinavbera sînor Pêşmerge û DAIŞê de bêne kolandin, bi şêweyekî ku DAIŞ yek car nikaribe carek din derbasî Şingalê bibe.
Herwiha ew jî eşkere kir ku, tobaran kirina baregeh û navendên DAIŞê ji aliyê hêzên Brîtanya û Amerîka birêve diçe, hemû top û hawinên ku Pêşmerge davêjin encamên xwe pêkanîne û ziyan gihandine DAIŞê û bi sedan çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”
Basnews
