• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Serkeftinên Pêşmerge derfeteke zêrîn e bo jinavbirina DAIŞê

Gulan Media November 12, 2015 Nûçe
Amerîka: Serkeftinên Pêşmerge derfeteke zêrîn e bo jinavbirina DAIŞê

Berdevkê Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê radigehîne ku derfeteke zêrîn bo Amerîka û Hêzên Pêşmerge ketiye rojevê bo jinavbirina DAIŞê.

Berdevkê Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê (Pentegon) Peter Cook roja 12 Mijdarê di konferenseke rojnamevaniyê de ragehand ku, Amerîka piştgîriya temam ya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dike.

Cook got jî ku, ji wan re derfeteke baş bo şikandina DAIŞê heye, lê tekez kir jî ku şerê li dijî DAIŞê ne şerekî hêsan e. Cook nîşana wê yekê kir ku, girtina riya 47 ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bandoreke mezin li DAIŞê kir û hêza wê gelek qels kir.

Navborî amaje kir ku, operesyona rizgarkirina Şingalê bi awayekî fermî ji aliyê Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê ye, heta niha jî DAIŞ bê karîn bûye, lewra ew dibêje ku derfeteke zêrîn ji bo jinavbirina wê rêxistinê ketiye rojevê.

Cook derbarê hevahengiya li gel Hêza Pêşmerge de, tekez kir ku hevahengî di astekî baş de ye û herdem ew piştgîriya Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge dikin.

Heft hezar Pêşmerge ligel piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê ji çekdarên DAIŞê kirin, ku ji aramaca wan ji sedî 75 bicih anîn û karîne 150 K.M çarkoşe ji axa Başûrê Kurdistanê azad bikin.

K24
Top