Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê rewşa bereyên şer nirxandin
Li vê peywendiya telefoniyê de Serok Barzanî serkeftin û pêşrewiyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li devera Şingalê û rewşa van serkeftinan û bandora wê ya li ser şikest û ji navbirina Da'îş ji bo Serok Wezîrê Iraqê şîrove kir.
Li beranber da Serok Wezîrê Iraqê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û destxweşiyê jî li serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li operasyona azadkirina Şingalê de kir.
