Li Xûrmatû di navbera Pêşmerge û Heşdî Şe’bî de pevçûn derket
Li navçeya Kerkûkê Xûrmatoyê di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe de pevçûn derket û di encam de 3 milîs hatine kuştin û 2 ji wan jî birîndar bûn.
Aloziya di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Heşdî Şe’bî li navçeya Xûrmato bû sedema pevçûnê. Derbarê mijarê de Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Xûrmatû Kesmal Esed bo BasNews got: ‘’Piştî ku rêya sereke ya mîlîsên Şîe li herêmê ji aliyê Pêşmergeyan ve hate kontrolkirin û baregahek wan ji wan hate standin, wan jî xwestin êrîş bikin ser Pêşmerge. Ji ber vê yekê jî pevçûn derket.’’
Esed da zanîn ku di encama pevçûnan de 3 mîlîs hatine kuştin û 2 ji wan jî birîndar bûne û got: ‘’2 mîlîs jî ji aliyê Pêşmerge ve hatine girtin. Di vê Pevçûnê de Pêşmergeyek jî birîndar bû.’’
Fermandarê Pêşmerge daxuyand ku rewş vê gave arame lê Pêşmerge di amadebaşiyê de ye.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge Kerkûk û dewrûberê wê control kir, mîlîsên Heşdî Şe’bî li navçeya Xûrmatû gelek caran êrîşê malên xelkê kirin, hindek kes revandin û dest danîne ser malên wan. Beriya niha Qaymeqamê Xûrmatû Şelal Ebdûl daxwaz ji Wezareta Pêşmerge kiribû da ku herêmê konrol bike û dawî li van kiryarên mîlîsan bîne. Li ser vê daxwazê Hêzên Pêşmerge li sînorê vê navçeyê hatibûne bicîhkirin.
Basnews
