Ewropa: Divê Tirkiyê rê li ber penaberan bigre
Wezîrê Karên Derve yê Almaniya Frank Walter Shtanmayer ragehand ku, heger dilême bi wê rewşa ku li Tirkiyê heye xweşbe jî, lêbelê hîna jî pêwîstiya me bi rêkeftinê heye ligel Tirkiyê.
Derbarê pernaberên Sûriyê ku berê xwe didin Ewropa Frank Walter got: “Divê rêkeftinek ligel Tirkiyê were kirin ku ew edî rê nede penaberên bêhtir werin Yonanê.”
Frank Walter di panêlekê de ku Weqfa Kurdî ew birêxistibû ligel Wezîrê Karên Derve yê Loksomborg û Serokê Parlemena welatê Çîk behsa siyaseta derve ya Ewropa kir.
Frank Walter got: “Gelek alî li dijî rêkeftina ligel Tirkiyê ne, lê divê rêkeftin ligel wê were kirin, bi mebesta ku hejmara penaberan kêmbibe bitaybet bo rêgirtina liber penaberan bo hatina Yonanê.”
Herwiha navborî got: “Divê welatên Ewropa baştir sînorên xwe biparêzin, û careke din li şeweyê dabeş kirina penaberan rêkbikevin, jiber nabe bitenê 5 welat penaberan li xwe bigrin.”
Têzanîn ku bêhtir ji 2 milyon panaberên Sûriyê li Tirkiyê ne, û hejmarên mezin ji wan berê xwe didin Ewropa, hejmara mezin ji penaberan Yekîtiya Ewropa neçar kir ku çend yasayên xwe rawestine û hin yasayên nû derbarê pêşwazî kirina penaberan rabighîne.
Basnews
