Enqere - Erbîl; Daxwaza navbenkariya çareseriyê
Serkirdayetiya Tirkiye’yê, piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê ku AKP’ê destûra bi serê xwe damezirandina hikûmetê wergirt. Serokwezîr Davutoğlu, Wezîrê Karê Derve Sinirlioğlu tafilê şande Hewlêr’ê da ku li gel Serokê HRK‘ê Mesûd Barzanî rûnê.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye’yê Feridun Sinirlioğlu, piştî serkeftina AKP’ê ya hilbijartinan, d,i yekem serdana xwe ya dervayê welat de hat Hewlêr’ê. Sinirlioğlu li Hewler’ê ji aliyê Serokê Herema Kurdistan’ê Mesûd Barzanî ve hat qebûlkirin. Li gor agahiyan di hevdîtina bi Barzanî re ajandaya Sinirlioğlu gelek tijî bûye.
Enqere ji Hewlêr’ê dixwaze ku careke din tevlî hewla vejandina proseya aştiyê bibin û navbenkariyê bikin.
Barzanî di çend mehên borî de çendîn car li PKK’ê û hikûmeta AKP’ê banga aramiyê û vegera pêvajoya aştiyê kiribû.
Li gor agahiyan hikûmeta Enqerê ji Barzanî daxwaz kiriye ku ew yekser di navbera wan û rayedarên PKK’ê de navbenkarî bikin û PKK dawî li şîddetê bîne. Li gorî agahiyên derdorê AKP’ê di dema nû de wê hevdîtinên prose ya aştiyê bi awayên kevn nedomin. Enqere dixwaze zêdetir bi rêya Serokê PKK’ê Abdullah Öcalan pêvajoya nû bimeşîne. Çav li rê ye ku piştî çend mehên din Öcalan careke din derkeve pêşberî raya giştî.
Barzanî di pîrozbahiya encamên hilbijartinê de jî bang li aliyan kiribû ku arîşeyên Tirkiye’yê bi rêyên aştiyane bên çareserkirin.
Herwiha di hevdîtina aliyan de meseleya vekirina xeta boriyeke nû ya petrolê, piştgiriya Tirkiye’yê ya operasyona Musil’ê, aramiya siyaseta Kurdistan’ê jî hatiye rojevê. Li gor agahiyan Enqere, ji hewlên Îran’ê bi alozkirina siyaseta Herema Kurdistan’ê gelek acis e û naxwaze bandora Tahran’ê li heremê pêşbikeve.
Di vê çarçoveyê de Sinirlioğlu, bi rayedarên YNK; Kubat Talabanî û Berhem Salih re rûniştiye û li wan piştgiriya aramiyê kiriye. Bi vî awayî Sinirlioğlu di hevdîtinen li gel rayedarên PDK, YNK û Tevgera Goran de ji aliyan xwestiye ku pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.
Herwiha yek ji babeta Sinirlioğlu Rojava bûye. Enqere ji hewldanên YPG’ê ya bidestxistina xeta navbera Kobanê û Efrîn’ê gelek acis e û ji ber vê yekê dixwaze li ser hêzên kurd li Rojava zextê bike da ku ew ji derdora Cerablus û Ezaz’ê dûr bikevin.
Li Hewlêr’ê, di nav derdorên siyasi de ji aliyekî ve tê gotin ku Sinirlioğlu peyama piştgiriya Tirkiye’yê ya hewayî di operasyona Mûsil’ê de jî aniye ziman.
Sinirlioğlu: Tirkiye alîgirê geşedana RHK’ê ye
Wezîrê Derve yê Tirkiye’yê Feridun Sinirlioğlu ku sêşema çûyî çû Hewlêr’ê û bi Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û rayedarên PDK, YNK û Tevgera Goran re hevdîtinan pêk hanî, di hevdîtina xwe ya li gel Mesûd Barzanî de ragihand ku Tirkiye dixwaze ku RHK’ê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike û hewldanên geşedana xwe ya aborî bê navber bidomîne.
Sinirlioğlu diyar kir ku RHK’ê bi çareserkirina van pirsgirêkên xwe wê bandoreke erênî li geşedan û aramiya herêmê jî bike. Hat ragihandin ku Sinirlioğlu peyama Serokwezîr Ahmet Davutoğlu ya ku ‘Ger Pêşmerge li gel çekdarên hozên ereb operasyona Mûsil’ê pêk bîne, ew ê Tirkiye dikaribe alîkariya êrîşên asmanî bike’ ragihandiye Serokê Herêmê Mesûd Barzanî.
Di vê hevdîtina ku geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn bi giştî hatin gotûbêjkirin de Serokê RHK’ê Mesud Barzanî jî ji ber serkeftina hilbijartinên 1’ê Mijdarê peyama pîrozkirinê ji Davutoğlu re şand û got: “Hêvidar im ev encamên hilbijartinan bibe egera aştî û aramiya Tirkiye û hemû herêmê.’ Barzanî, ji bo aştî, aramî û bergiriya herêmê, xurtkirina pêwendiyên dostanî û cînartî yên di navbera RHK’ê û Tirkiye’yê de grîng nirxand û anî ziman ku ev pêwendî wê bandoreke erênî li aştî û aramiya navxweyî ya Tirkiye’yê jî bike.
Her çiqas ji raya giştî re peşk nedabe jî li gor zanyariyên ku ji Hewlêr’ê tên, di hevdîtinê de li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye’yê ya ku demek e di sarincê de hatiye tevizandin jî hatiye rawestandin û ji niha û pê ve wê rola RHK’ê ya di pêvajoya çareseriyê de hin bêtir xuya bibe.
Sinirlioğlu piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê RHK Mesûd Barzanî re, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û berpirsên PDK, YNK û Tevgera Goran re jî hevdîtinan pêk anî. Sinirlioğlu, her wiha beşdarî Konferansa bi navê ‘Siberoja Rojhilata Navîn’ a ku li Hewlêr’ê ji alî Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ve hatibû organîzekirin bû.
Serokê RHK’ê bê navber dîplomasî dimeşîne
Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî hevdîtinên dîplomatîk yên ku çend heftene gurtir bûne didomîne. Barzanî piştî hevdîtina Serokê Encûmena Bala ya Îslamê ya İraq’ê Emer el Hekîm, bi Wezîrê Derve yê Tirkiye’yê Feridun Sinirlioğlu re hevdîtinek pêkanî. Di heman rojê de bi Wezîrên Derve yê Swêd Malgot Wallstrom û Wezîrê Parastinê Peter Hultgvist û Serbalyoza Swêd ya li İraq’ê Anika Molin Helgern re hevdîtinek pêkanî. Di vê hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Swêd Wallstrom amaje kir ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmergeyên RHK’ê bidomînin. Wallstrom diyar kir ku di vî şerî de ji ber ku Pêşmerge tirsa DAIŞ’ê têkşkandiye, ji bo hemû dinyayê bûye hêvî û Pêşmerge bi rêzdarî tê şopandin. Wallstrom got: “Ji bo jiholêrakirina vê xetereyê divê hemû dinya bibe yek û têbikoşe. Wezîrê Parastinê Peter Hultgvist jî anî ziman ku bi têkbirina DAIŞ’ê re wê pirsgirêkên mezin ên Rojhilata Navîn bêne çareserkirin û destnîşan kir ku ji bo şerê Pêşmergê yê li dijî DAÎŞ’ê ewê piştgiriya pêdiviyên leşkerî û yên din bidomînin. Di hevdîtinê de Barzanî jî amaje bi çavkaniya feraseta terorê kir û anî ziman ku ji bo dawîlêhanîna vê terorê, divê ew çavkanî bêne çikimandin. Barzanî got: “Di vî şerî de pêwîste herkes piştgirî bide Pêşmerge da ku ev bar tenê li ser milên Pêşmergê nemîne.”
Barzanî ji NY’ê xwest: Ji bo ezidiyan têbikoşin
Her wiha Kordînatorê Taybet ê Lêkolîna Komkujiyan ê Encumena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî(NY) Adam Ding û şandeya NY’ê ya li gel wî ku ji bo lêkolinkirina kiryarên komkujiya li dij ezidî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî hatibûn Hewlêr’ê jî bi Serokê RHK’ê Mesud Barzanî re hevdîtinek pêk anîn. Di Hevdîtina ku li Nûsîngeha Pîrmamê ya Serokê Herêmê pêk hat de, Kordînatorê Taybet yê Encûmena Asayîşê ya NY’ê Adam Ding got ku haya wan ji komkujiyên dirokî yên li Kurdîstanê heye, balê kêşa ser komkujiya Şengalê ya DAIŞ’ê û got: “Ji ber ku RHK’ê derê xwe ji milyonan penaberan re vekiriye û erka xwe ya mirovî bê kêmasî bi cih anî ye em spasdar in. Her wiha ji ber ku li dij DAIŞ’ê şerekî mezin meşandina û hêviya mirovahiyê geş kirine em dîsa spasiyên xwe pêşkêşî Birêz Barzanî dikin.” Serokê RHK’ê Mesud Barzanî jî xwebatên Ding ên di derbarê komkujiyan de girîng nirxand û ji bo hestiyariya wî ya lil ser trajedeya li Şengal û Kurdîstanê spasiyên xwe pêşkeş kir. Barzanî destnîşan kir ku ew li Kurdîstanê milyon û 500 hezar penaberan dihewînin û ani ziman ku ev taybetiya grîng jî ji kevneşopiya dîrokî ya mêvanperweriya gelê Kurd tê. Barzanî di derbarê şerê Hêzên Peşmergê yê li dijî DAÎŞ’ê û trajadiyên ezidî û civakên din yên ku DAÎŞ bûye sedem de agahiyan da û xwest ku di vê babetê de NY xebatan bimeşîne û têbikoşe.
Ji rûsipiyan ji bo Barzanî: Însiyatîfa xwe bikar bîne
Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî bi şandeya ku ji rûsipiyên herêmên Slêmanî û Germiyanê pêk tê re jî civikek pêk anî. Barzanî, ji şandeya rûsipiyan daxwazên gelê heremê gohdar kir. Rûsipiyan diyar kirin ku qeyrana aborî siyasî di nav gel de bandoreke mezin a neyînî pêk aniye û anîn ziman ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan ew ji Barzanî di hêvîdar in. Rûsipiyên herêmên Slêmanî û Germiyan ji Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî xwestin ku ji bo çareserkirina van qeyranan însiyatîfa xwe bikar bîne û ji hemû partiyên siyasî jî xwestin ku tafilê li hev bicivin û ji bo van peyranan rêbazên çareseriyê hilberînin. Di hevdîtinê de Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî jî xêrhatinê li rûsipiyan kir û got ku ji bo çareseriya van qeyranan ewê her di nav hewldanan de be.
Konferansa MERI
Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn(MERI) ku bi xebat û lêkolînên di derbarê Rojhilata Navîn de tê nasîn, li Hewlêr’ê Konferanseke bi sernavê ‘Siberoja Rojhilata Navîn’ lidar xist. Di vê konferansa ku Serbalyozê DYA yê li İraq Stuart Jones, Serokwezîrê RHK’ê Neçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Kûbat Talabanî, Wezîrê Derve yê Tirkiye’yê Feridun Sinirlioğlu û gelek akademîsyen, zanyar û siyasetmedar beşdar bûn û axaftinan kirin de babetên wek; Şerê li Dij DAIŞ’ê û bi milyonan koçber û qurbaniyên şer, asêbûna pêwendiyên Bexda û Hewlêr û gellek babetên din ên siyasî, aborî û mirovî yên bi herêmê re têkildar hatin nîqaşkirin.
Mesrur Barzani: RHK di hevkariya Kanada de pêgir e
Piştî ku Kanada hêza xwe ya asmanî ji Hevpeymaniya Navneteweyî vekêşa yekem car Rawejkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistan’ê Mesrûr Barzanî, li gel rayedarên Kanadayî axivî. Mesrûr Barzanî şandeya Kanadayî ya di bin Serokatiya Serbalyozê Kanada yê li İraq û Urdun’ê Bruno Saccomani qebûl kir. Barzanî di hevdîtinê de anî ziman ku ew ê hewl bidin ku li gel Kanada pêwendiyên aborî û siyasî berfirehtir bikin û ew ê di havkariyê de pêgir bin. Rawêjkarê Encumena Asayîşa RHK’ê Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de pêwîstiya geşedana pêwendiyên aborî, siyasî û asayîşê de yên RHK’ê û Kanadayê destnîşan kir û ji ber ku di geşkirina van pêwendiyan de roleke erênî û baş pêk aniye spasiyên xwe pêşkêşî Bruno Saccomani kir. Serbalyoz Saccomani jî anî ziman ku her çiqas Kanada hêza xwe ya asmanî ji nav hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya li dij DAIŞ’ê kêşa be jî, ew ê Kanada piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmerge bidomîne û ew ê hewl bide ku bi RHK’ê re pêwendiyên siyasî, aborî û asayîşî berfirehtir bike. Saccomanî, ji ber şerê li dij DAIŞ’ê de berxwedanek mezin û bêhempa dide pîrozbahiyên xwe ji bo Hêzên Pêşmerge pêşkêş kir û da zanîn ku ew ê dewleta Kanada vê dilsoziya Pêşmerge ji bîr neke û wê her piştgir be. Saccomoni di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Demek dirêj bû ku Kurdistan ji aliyê dinyayê ve hatibû jibîrkirin, lê belê pişti şerê DAIŞ’ê ku berxwedêrî û lehengiya Pêşmergeyên kurd hate dîtin dinyayê kurdan dît. Êdî dem hatiye ku Kurdistan beşdarî nav welatên dinyê bibe.”
Basnews
