• Thursday, 19 February 2026
logo

Osman Baydemir: Bila çek bêdeng bibin

Gulan Media November 7, 2015 Nûçe
Osman Baydemir: Bila çek bêdeng bibin

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir daxuyand ku êdî dem hatiye ku çek bêndeng bibin û danûstandinên aştiyê destpê bikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir piştî aşkerebûna encamên hilbijartinê cara yekem çû nav xelkê Rihayê. Baydemir diyar kir ku Ak Partî bi serê xwe kariye bibe desthilat û hikûmetê pêk bîne û got: ‘’Êdî dem hatiye ku em hemû bi dengek bilind ji hikûmetê daxwaza aştiyê bikin. Madem we ev hinde xwîn rijand, dê ka vêca kerem bikin ser mêza danûstandinan. Dê ka carek din jî deriyê aştiyê vekin.’’

Baydemir got ku pêwîstiya Tirkiyê bi awayek lezgîn ji aştiyê re heye û wiha dewam kir: ‘’Carek din jî dibêjim. Bi lezginî pêwîstî bi aştiyê heye. Bila leşker, polîs û gerîla û mirovên sivîl nemrin. Bila çek bêdeng bibin. Werin li ser mêza danûstandinan rûnin.’’

Osman Baydemir daxwaz kir ku ji bo aştiyek mayînde destûrek nû yê demokratîk jî bê nivîsandin.

Ji 20’ê Tirmeha îsal ve proseya aştî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê rawestiyaye û li gelek navçeyan şer û pevçûn hene.

Basnews
Top