15 çekdarên DAIŞê ketin kemîna pêşmergeyan!
Li gor agahiyan çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê hewl dan êrişî hêzên pêşmerge bikin û li gundê Beşar a li nêzîkî Çiyay Şikevtê ya li rojavayê Mûsilê bi dizî ve derbasî nav çeperên pêşmergeyan bibin, lê belê hêzên pêşmerge agahdarî plana wan bûn û ew xistin di nav kemînekê de û di navbera wan de şer derket.
Cîgirê Fermandeyê Betalyona Taybet a Fermandeyiya Dihokê ya Hêza Pêşmerge Xalid Hemzo derbarê wê hewla DAIŞê de daxuyanî da Rûdawê û got: “Yekîneyeke çekdarên DAIŞê ku 15 çekdar bûn, xwastin bi dizî derbasî nav çeperên pêşmergeyan bibin, lê belê hêzên pêşmerge plana wan aşkere kirin û berî ku ew bigihin nav çeperan, ketin nav kemîna pêşmergeyan.”
Xalid Hemzo ragihand: “Hêzên pêşmerge bi dijwarî çekdarên DAIŞê topbaran kirin û pirraniya çekdaran hatin kuştin û yên din jî neçar man ku ber bi paşve biçin.”
Hemzo tekez kir: “Piştre balafirên şer ên hevpeymanan gihîştin esmanê deverê û ew çekdarên DAIŞê ku ji topbarana hêzên pêşmerge filitîbûn, bombebaran kirin û hemû çekdar hatin kuştin.”
Wî fermandeyê Hêza Pêşmerge herwiha destnîşan kir: “Di nava çekdaran de emîrekî DAIŞê yê bi navê Ebû Ednan heye.”
