• Thursday, 19 February 2026
logo

ROJAVA - 36 gund ji dest DAIŞê hatin derxistin

Gulan Media November 6, 2015 Nûçe
ROJAVA - 36 gund ji dest DAIŞê hatin derxistin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand, di operasyonên wan de 350 km ji axa Rojavayê Kurdistanê hatiye kontrolkirin û 178 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyeke nivîskî de bîlançûoa operasyona 6 rojî ya li dijî DAIŞê aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di encama operasyona hêzên QSDê li başûrê rojavayê bajarê Hesekê de heya niha 350 km ji axa Rojavayê Kurdistanê hatiye kontrolkirin û 36 gund, 10 gundik (mezra), 2 kareghên gazê û 2 kanên keviran ji bin destê DAIŞê hatine derxistin.”

Hêzên QSDê bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymanan ji 31ê Cotmehê ve dest bi operasyoneke berfireh li dijî rêxistina DAIŞê kirine. Armanca sereke ya operasyona QSDê derxistina bajarokê Holê ji bin desthilata çekdarên DAIŞê de ye.

Bajarokê Holê li rojavayê bajarê Hesekê ye û tenê 5 km ji sînorê Iraqê dûr e û yek ji cihên stratejîkê li ser sînor ê di bin kontrola DAIŞê de ye.

Herwiha di daxuyaniya QSDê de tê gotin: “Di encama operasyona 6 rojî ya QSDê de 178 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku 99 çekdar di şer û pevçûbên bi hêzên QSDê re hatine kuştin û 79 kes ji wan jî di bombebarana balafirên DAIŞê de hatine kuştin.”

Herwiha di heyama operasyonê de cebilxanea DAIŞê jî hat têkbirin.

Li gor daxuyaniyê, di heyama 6 rojên operasyonê de çekdarên DAIŞê 11 caran bi wesayitên bombekirî û 2 caran jî bi çalakiyên xwekujî êrişî hêzên QSDê kirin.

Hat ragihandin, çekdarên DAIŞê wesayiyeke bombekirî li gundê Etşan a li bakurê bajarokê Holê teqandin û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Hêzên QSDê herwiha dan xuyakirin, di operasyonê de 6 wesayitên çekdaran û roketek wan jî hatin têkbirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi zirarên hêzên QSDê hatiye kirin û hat goitn: “Di operayonê de 13 şervanên QSDê jiyana xwe ji dest dank u yek ji wan kanadayî û yek jî ereb e.”

Rudaw
Top